Di operasyona Gare de plansazî, nakokî û agahî

Diyaloga di navbera PKK û dewleta Tirk de qet ranewestîya ye (1)
  • Beşa: 1

Operasyona Gare hîn jî mijarek e ku hem ji hêla Kurdan û hem jî ji hêla Tirkan ve tê nîqaş kirin. Bi rastî tiştê ku her kes li ser wê nîqaş dike rûyê diyar yê çîyayê qeşa yê ye. Rûyê ne dîyar ê çîyayê qeşa tenê PKK, dewleta Tirk û dibe ku yek-du hêzên NATO, bizanibin. Agahîyên ku ji hêla PKK û dewleta Tirk ve hatî dayîn bi piranî dezenformasyon e û piranî jî, ji bo piştgiriya piropagindeyên xwe yen derew, têne belav kirin. Di vê bûyerê de nakokîyên mezin hene.

Gelo çima girtî 25 roj berî operasyonê anîn wê şikeftê?

Bi gelemperî tê zanîn ku PKK ji 2010 de pergala şikeftên mezin yên binerd pêş xistiye. Tê zanîn ku PKK ê ji bo pergala şikeftên binerd ji endazyarên pispor li Ewropa piştgirî stendiye. Ya herî girîng piştgiriya teknîkî ya ji Îranê ye. Tê zanîn ku 10 kesên ji tîmên teknîkî yên Hêzên Taybet ên HPG ê li Iranê li ser vê mijarê perwerde dîtine. PKK nuke di şikeftên binerd de bi dehan kesan perwerde dike. Serşo, destşok, xaringeh û hwd her tişt di van şikeftan de tê amade kirin. Lê kesên ku diçin şikeftê nizanin ew diçin ku derê. Di şevên barîn de, ew bi wesayîtên ku ew li derûdorê nabînin têne birin ji bo van şikefta.

Şikefta li Gare di rastiyê de ne şikeftek girtiyan e. Şikefta li Gare ji hêla rêveberiya Biryargeha navendî ve di hate bikar anîn. Piştî salekê weke biryargeh bikar anîn, di payîza 2020 an de bû cîhê perwerdehiya karmendên PKK ê. ango, div ê şikeftê de endamên PKK û HPG dijîyan. Heya 10 Çile yê jî hêzeka perwerdehiyê li şikeftê da bû. Ger ew nexşeya şikeftê a Tirka belav kirî were vekolîn kirin, dê were dîtin ku dezgehên wekî cihê perwerdehiya kolektîf, beşa mêran, beşa jinan têde dê were dîtin. Li ser çi agahî û plansazîyê be em nizanîn lê roja 10 Çile yê hêza perwerdê ji wir veguhestin ji bo deverek din û piştî 5 roja girtî anîn vê şikeftê.

Girtî ji ku anîn?

Li gorî agahî û lekolînên me, gelek cîh hene ku di dema borî de PKK ê, wekî zîndan bikar anîne. Lê PKK bi giştî girtiyên xwe dişandin girtîgehên Rojava. Girtîgehên Rojava ji bo PKK ê, hem metirsîya revê têda kêm kir, hem jî ked û mesref di hate kêm kirin. Leşkerên dîl û Cotyar Muhsin heya berîya demekê jî li zîndanên li Rojava diman. Ya ku em dizanin ev e ku Cotyar Muhsin par payîzê şandine Rojava. Li aliyê din, leşkerên dîl, dema êrişên asîmanî giran dibin li cîhekî ewle dihatin ragirtin.

Lê çi dibe bila bibe, biryar hate dayîn ku van girtîyan di serê Çile de li wê şikeftê bicîh bikin û ew di 15 ê Çile de hatin şikefta ku ew tê de hatibûn kuştin.

Her weha, notek din a girîng heye ew jî eve; Du rêveberên paye bilind ên MIT ê, yên ku PKK ê di Tebaxa 2017 an de girtî bûn, ku ew her du kes ji bo PKK ê û heta dewleta Tirk  jî pir girîngin, di wê şikeftê de ne bûn. Ew di nava şikeftên ku deşîfre bûyîn de nahêne girtin. Di rastî de endamên MÎT ê ne girtî ne.

Bi rastî, tu kes bawer nake ku ew şikeft zindana mirovên girtî be. Di vê şikefta mezin de çawa tenê 13 girtî têde hebin. Bi giştî agahdarî eve ku di her şikeftê de 50 girtî hene, û kesên ku lêpirsîna wan neqediyaye an jî yên xeter têne dîtin di hucreyên yek kesî de dimînin. Ew şikeft ne tenê ji bo leşkerên Tirk yên dîl û Cotyar Muhsin ku gelek êş û azar kişandî hatîye çêkirin.

Çima ew anîn wir, di wan rojan de çi bûyer ên girîng çêbûn?

Dema ku li şikefta Gare da veguhastin dihate çêkirin, heman dem de bûyerên girîng ên din jî diqewimin. Di navbera PKK û dewletê de tirafîka danûstandinan hebû.

Nirxandineke Dogan Çetin kirî ku li ser malpera nûçeyan a bi îngilîzî MedyaNews hatî weşandin heye. Çetîn di gotara xwe de nivîsand ku şandeyek navbeynkar ji Enqerê ji bo Qendîlê hatiye şandin. Li gorî Çetîn, welatekî NATO yê jî şandeyek rêkirîye Qendîlê. Di rastiyê de, Çetîn di meqalaya xwe de derbara agahîyên navbeynkarê Enqerê ji Qendîlê re rêkirî wiha gotîye: PKK dorpêç kirî ye, divê ew çekên xwe deyne û şer rawestîne, dewleta Tirk xwedan darayî yek ew qas mezine ku dikare şerekî sedsalî li dijî PKK bimeşîne.”  Ma dibe ku hevdîtinek wisa hebe? Bê guman heye, lê ewil, ka em binerin xwedîyê vê nûçeyê Dogan Çetîn kî ye.

Dogan Çetîn ne rojnamevanek normal e. Kadroyê PKK ê ye û gelek salan di asta berpirsiyar de di nav medya PKK ya Tirkiyê de xebat kirî ye. Paşê jî, ev kes e di karê xwe yê çapemeniyê de rasterast li nêzîkê Cemîl Bayik û Mustafa Karasu maye û ragahandina wan ya taybet meşandî ye. Ango, Çetîn bi serê xwe nikare nûçeyek wisa belav bike wî bi emre rêveberiya rêxistinê ev nûçe belav kirîye. Demjimêr a vê nûçeyê pir watedar e ne wisa ye?

PKK dixwest ev hevdîtin were eşkere kirin

Diyaloga di navbera PKK û dewleta Tirk de qet ranewestîya ye

Diyaloga di navbera PKK û dewleta Tirk de qet ranewestîya ye. Her dem navbeynkar, rojnamevan û hwd di nava pêwendî ya da bûn. Hêjî ev rewş berdewam e. Danûstendina agahdariya di navbera Qendîl û Îmraliyê de qet ranewestiya ye. Ger bîra we be, di dema dagîrkirina Efrînê de jî rewşek bi vî rengî hebû. Murat Karayilan di 20 ê Adara 2018 an de beşdarî bernameyekê bû û got: “şandeyek ji bo Efrînê çûye Îmraliyê, li ser serokatiya me zextek mezin heye, emê nêzîk de daxuyaniyên girîng bidîn.” Lê Karayilan tu daxuyanî ne dan. Bi gotinek din, ger Dewletê qasid şandibe Qendîlê, wê di heman demê de peyama Evdila Ocelan jî vêre hebe. Hatta belku di hevdîtinên Qendîlê da li ser van eskerên dil girtî jî hatibe niqaşkirin.

PKK dixwest ku ev hevdîtin were eşkere kirin. Ji ber ku ev hevdîtin ji hêla AKP ê de hatibo organîzekirin. Lêbelê, niha di hevkêşeya Tirkîyê de, AKP ne hevpişkê PKK ê yê siyasî ye. Niha PKK li gel derdorek din projeya Tirkîyebûnê birêve dibe ango li gel hinek hêzên bûye şirîk.

Pustên heman beş